MACIRÊ-1
19.01.2010-ANKARA

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşîna ku berê wê li çiyê bû, bi porê gij û gijalî, çirûska mitale û gûmanên xeternak tunebûn li ser awirên wê.

Heke behsa demsalan bikim, bihar bû, lê ji bo ku em bibêjin bihara rastîn hêj zû bû. Bihareke di kirasê zivistaneke virnî de.
Ya rast, belkî ew dîmenê ku li ser hişê te mayî, ne ew dîmenê ku min bi hevokekê li jor ristiye, bû. Lê wexta ez xwûzî ser jiyana te bûm; belkî di nav albûma te de, fotoyê zûmkirî ev bû ji bo hişê min.

Ji xwe wê demê min soz da ku ezê gotarekê, an jî hema hîç nebe çend gotinan li ser te binivîsim Macirê. Wê kêliyê, ev fikrê aniha, wekî bayê birûskekê li ber çavê min jenî û min wê gavê nexwest ev raman hema ji nişkê ve mirar bibe, çawa berê mezinan ji bo ku notekê bo dahatûyê bihêlin benek bi cihekî ve girê didan; min jî girêkek avête ser hişê xwe yê kêmbext.

Û min sozeke mîranî da te, min got: “Bi bextê vî çiyayê bejnbilind, ê ku wesfê xwe ji “çikbûn”ê wergirtiye ku ew wesfekî Xwedayê dilovan e jî, “ ezê dabaşa Macirê bikim. Min bi serê pênûsê soz da, sond xwar. Belkî bayê felekê, kortalihî û dewrana xerab bikira ku min soza xwe li ber avê berdaya, lê ya rast rehma dilê min rê neda ku cilka bênamûsiyê bikşînim serê. Û hem ava ye, aniha radihêjim dilê xwe yê şilftazî, êdî diwêrim ezê serê meselê vekim û behsa te bikim Macirê.

Macirê, Muhacirê…ango xelka welatê jorîn.

Ez li Taxa Alîparê pêrgî şopa te hatim. Wexta yekî wesfê kubarî û huzna te ji min re got; ma ezê çima rabim derewan bikim, weleh ji xeynî çarik, secade û tizbiyekî dirêj tiştek nehate ser hişê min.
Lê xwendevanê ku di nav labîrenta sêhrbazên hemdem, li ber efsûna fêlbaz û fetbazên heyama global, heçku li ber ekrana televizyoneke bêreng diponije, wisa bi wê rêbaz û ramana yek berçavkî nêzî min nebe qurbana çavan; heyran wele dil bi kul im, ji ber vê helwesta te ya mêşinî!

Hema carek be jî vê xweliya korker, hilavêje ji ber çavê xwe! Wexta aniha tu guhê xwe bidî efsaneya Macirê tika dikim, wan formûlên belave jibîr bike. Lava dikim, wê berçavka sûk û bazaran ji ber çavê xwe hilîne.
Kosmosa bêdawî, bi katrîlyonan bêhtir varyant û texmînên ku hîç di hişê te re derbas nabin vedihewîne li ser jiyan, bawerî û her ku qewmîn, bûyer û her tiştên din.

Wek min got, ez incex serê meselê vekim û tenê fotoyekî Macirê îro derxim mazatê. Îcar hêviya min ew e, dema tu li ser serboriya wê ponijî, ne wekî jinekê be jî, hîç nebe wekî dosteke jinan serê xwe pê re biêşîne.

Min behsa trabzana şaneşînê kiribû…Şaneşîn incex di qesrê malmezina de hebin, lê Macirê wekî ku ji navê wê jî diyar dibe, ne xanim û jina koşk û serayan bû.

Ka muhacir dikarin bi kîjan hêza xwe di civatê de pesnê xwe bidin. Jixwe kesên ku ber bayê felekê ketine. Karesat û tofanên heyamî ew dane ber xwe û avêtine cih û warên xerîb. Ew li wan deran xwepêgirtî ne. An kirîvek an jÎ xinamiyek dikare wan bike bin per û baskên xwe. Wekî din, macir ji bo xurtên navgund û taxê, rebenên bêkes û kûs in.

Macira me di xaniyekî hilweşiyayî yê guhê taxê de rûdinişt. ‘Elîpara Diyarbekir ji we hemûyan ve ‘ayan e. Macira me cîrana Varojanê Hesinker bû. Belkî ne dexîlê wê bû, lê ku ne ji sî û stara Varojên bûya, nîvê caran nanê tisî jî peyda nedibû li malê; helbet ji xeynî nanê evara înê.

Hey me behsa fotoyê Macirê kir, temam nebe jî, divê em hinekî behsa wî bikin. Sal derdora 1900î. Cihê ku foto lê hatiye kişandin, yanî ew şaneşîn, ew trabzan li qesreke serhedê bû. Nêzîkî quntara çiyayê Glîdaxê.

Wê demê, hêj sêhrekan li ser mintiqê nexwendibûn, ango hêj fitne û fesadî, ev muxentiya bêdawî neketibû nav êl, eşîr, qewm, ol û miletan; hêj qewmên van deran bi pêsîra hevdû negirtibûn.

Macira di foto de, keçikeke biçûk a kejî ye. Porê wê gije, gijalî ye. Di çavên wê de, haveynê endîşe, tirs û gûmanê tune. Hema bêje wekî rihaneke li dora çeman e.

Îcar Macirê çawa hate ‘Elîpara Diyarbekir.

Ew bi serê xwe roman e û wê niha bimîne. Heta gotin bimeye, raman binisile û civat vehedine.
Lê tiştek heye ku bi rehetî karim bêjim:

Wexta Macirê ji welatê jor, ji zozan û waran berê xwe da vê devera germ û qijilî ne bûk bû. Ne bi bûkanî hat, wexta hat, berbûyiyan negotin; “Bûkê delalê, rabe xwe kar ke, şûşa lewento bi serê xwe dake”, negotin, “Zava zava kekê mino zava…”

Ew di ber siya dengê mîtralyozan, di ber tûjiya xencerên ku gewrî bi fîzînî dibirîn re hat.

Wexta salox dan, gotin tirs li ser çavên wê zelal dixuyê. Wexta salox dan, gotin bide pey siya Macirê…gotin bide pey şopa macirê, gotin bide dû sûretê macirê. Gotin tuyê bigihî kaniyeke zengîn ji keder û serboriyên zehmetiyan.

Ez hatim li ber sandoqa te rawestiyam. Ew ji dara guzê bû. Belkî ji xwe tişta ku welatê jor, te bi xwe re heta bi van deran anîbû, tenê ev sandoq bû. Xetên wê, motîf û neqşên wê, tevli rizandina salan hê jî dibirîqîn.

Tenê ez zanim min çi zehmetî kişand, heta tu qayîl bûyî û devê sandoqê ji min re vekir. Ya rast, ger min navê vê gotarê nekiriba “Macirê”; wê bibûya “Sandoqa Gulê”. Lê qismet e. Wiha bû nesîb.

Welhasil, emê huş bin, emê guhê xwe bidinê û bila serpêhatiyên di hundirê sandoqê de biaxivin!