Ey xoşewîst
Ê ku şeraba eşqê venexwaribe
Ê li kir beyaran ji beybûnên biyanî
Nehonabe taca serê bêrîvaneke şîrdoş
Bila
Nebêje ez eşqperest im
Ê ku derbiharekê ji ava berfa çiyayê Mûnzûr
Dilhinavê şewitî hênik nekiribe
Bila
Nebêje min dilê xwe li agir rihet kir
Ê ku ji dil di reştariya zindanan de
Neperite wek Memê Alan
Bila
Nebêje ez rêwiyê evîna bêhempa me
Ê ku li ber tava nîvro xwe germ dike
Bi agirê çirê dirûşmeyên ronahiyê diavêje
Bila
Nebêje ez tîna rojê neqiş dikim li asîmanê dilan
Hetta tu nebî agir neşewtînî laşê xwe yî ji kêm û xûn
Nebêje dojeha te ji min re buhuşt e

Ey xoşewîst
Kengê tu peritî wek Mem
Kengê tu bûyî şerab ji berfa Mûnzûr
Kengê te hûna beybûnên ji ava berfê
Da serê bêrîvana serbilind bêje
Wê demê bêje ez eşqperest im!.