Reyhanî

Şiyar dibim. Dizanim ku niha mahzûbanê min ne li mal e. Ew zû radibe diçe kar. Wek me bi şev li hev kiribû radibim derbasî serşokê dibim, bi ava tîngerm bedena xwe rehet dikim. Li metbaxê, li ser lingan xurîniya xwe dikim. Vedigerim odeyê nola xortekî radihêlim çenteyê xwe, diavêjim pişta xwe û ji mala mahzûbanê xwe derdikevim. Piştî wextekî otobozo ku mirov nikare xwe têde tevbide, min digihîne perê behrê. Çawa ji wê êşkenceya otobozê rizgar dibim di ber xwe de strana, “Uskudara Înerîken” dibêjim û têm li wapûrê siwar dibim. Piştî kêlîkekê çend kesên din jî tên li çep û rastên min rûdinin.

Bala min diçe ser zilamekî, diheze û tê. Vî zilamî dişibînim yekî. Wek negotin dunya çi biçûk bûye. Tavilê tê bîra min, vî zilamê diheziya ew zilamê ku şevekê li Mêrdîn qedeh danîbû ser serê xwe û reqisîbû. Destê xwe diavêjim telefonê û li wê muzîkê guhdar dikim. Diherim wê şeva ku mêvanê min hatibûn û vî zilamî li himber vê muzîka ku guhdar dikim “Reyhanî” lîstibû. Dengê kanûnê bi ser hemû dengan dikeve. Çavên xwe digirim û li “Reyhanî” guhdar dikim. Bi muzîkê re ruhê lîstika “Reyhanî” ku lîstikek Mêrdîn ya taybet e dijîm.

Du ciwan tên li jêrî min rûdinên. Keçik, bermiradek bejin zirav û reng esmer e. Porê wê yê sor xwe berdide nav qolincan. Lawik yekî tenik î dirêj e, tu pif bikê ew ê di wapûrê werbibe. Wek nexwazin sêhra bihevrebûna wan xera bibe xwe sipartine hevdu û bêdeng li deryayê temaşe dikin. Dîsa çavên xwe digrim û li muzîka “Reyhanî” guhdar dikim. Niza çima di hişê min de herdu ciwan radibin li himber hevdu disekinin, li çavên hev dinerin, baskên wan radibin jor û hêdî hêdî bedenên xwe yê ciwan û nazik dihejînîn, didin ber bayê muzîka “Reyhanî” û dilîzin. Ji temaşeya lîstika wan têr nabim. Çi xweş dilîzin û çi xweş li hev dikin. Ma lîstik bi ciwaniyê û ciwanan xweştir dibe qey?

Bira jî deng û lîstika reyhaniyê wek bêhna reyhanê xweş e û mirov mest dike. Herdu ciwan li pêş çavên min wek tayên reyhanê li ba dibin. Baskên lawik vekirîne, kefa destên wî ber bi jor e. Diheje. Li himber keçikê hêdî hêdî çongên wî difisin û bi rîtma muzîkê re dadikeve erdê. Çongên wî digihêjin erdê, yekê radike ya din datîne erdê. Hundurê destê xwe li erdê dixe, dide çonga xwe, dide ser sînga xwe, dide ser eniya xwe û herdu destên xwe dirêjî keçikê dike. Wek bibêje li min were rehmê li çavên keçikê dinere û wisa tevdigere. Wek destê xwe li ber hezkirina wê veke û jê hezkirinê bixwaze diheje û radibe ser xwe.

Bi dengê qaqlîbazekê ji xeyalên xwe vedigerim wapûrê. Keçik û lawik haya wan ji min tune ye ku bûne lehengên xeyalên min û di xeyalên min de lîstika “Reyhanî” lîstine. Belkî di jiyana xwe de nehatibin Mêrdîn û navê lîstikê jî nebihîstibin. Vê carê berê wan li hev e, çayê vedixwin. Di ber xwe de dikenim. Berê xwe diguherim û didim aliyê behrê. Qaqlîbaz li dora wapûrê baskên xwe bi bayê behrê şa dikin û diqîrîn.

Nizanim çima huznek xwe berdide dilê min. Pêlên behrê wek ava satila bermaliyekê be ku bi meşa wê re biçelqe pêlan dide. Carek din têdigihêjim ku xweşî bi mirov re ye. Xweşî; bextewarî ne ew çend dûr e. Hestiyar dibim û carek din fêm dikim ku gava karê mirov û eceleya mirov hebe, gava dilê mirov nerehet be xweşiyên li ber çavên mirovin jî ji mirov ve nexuyaye.