Evîna Hiso û Nûrê li nav gund li ser lêv û zimanan bû. Li civatan dihat gotin: “Kuro law, Nûrê ewqas di gotina mêrê xwe de ye. Ev Hiso çi kiriye jê? Û Hiso jî ewqas jê hez dike. Herdu bi hev re, peyva hev yekê nakin dudo”

Hinka digot ev evînî ye, hinka digot tirs e. Lê min digot tirs û evinî bi hev re ye. Lê ku wisa jî be, min nizanîbû ku Hiso ew rewş çawa ava kiriye.

Min hewl da xwe û rojek ji rojan ez çûm mala wan. Di nav salan de çûbûn. Bi piranî êdî kar û barên wan, neviyên wan dikir. Lê dîsa jî guhê Nûrê tim û tim li ser Hiso bû. Ku Hiso tiştekî beje hema wê çeng bibe. Nûrê karên taybet ji neviyên xwe re nedihîşt, bi destê xwe dikir. Tev wê îxtiyariyê jî tu carî gazin nedikir.

Hiso bi ken ji min re got:

“Xêre Şoreş? Kîjan bayî tu avet mala me?”

Bi kenekî bin lêv min bersîv da:

“Kalê Hiso evîna te û pîra Nûrê li ser zimane ye. Ez jî têkîliyê navbera we meraq dikim. Heger ne kêmasiyek be, hin agahî bide min. Bawer bike hûn mînak in!”

Hiso li Nûrê niherî û got:

“Tu dibê çi Nûrê?”

“Ma ez bibêjim çi?”

Heyştê sal emrê wan bû. Ji hevdû re bi rêzdar bûn. Dîtîn û gotin nabin weke hev. Tiştin jê hene divê mirov bibînin.

Li min niherî û got:

“Bawer bikî Şoreş ez ji te hez dikim. Ez te vala venagerînim”

Û dest bi çîroka xwe kir:

“Ez xortekî 18 de salî bûm. Di çax û benga xwe de bûm. Nûrê jî bawer bikîm 17 salî bû. Em cîranê hev bûn. Gelek helbest hene  ku evîna cîranan dibêje ne wisa?”

“Ere”

“Bavê min çû xwazgînî. Lê bersîva bavê Nûrê neyinî bû. Gotibû:

‘Ez qet qîza xwe nadim lawê te’ Çend meh wisa derbas bûn.Dilê min dişewîtî. Dîêşîya. Çavên min li xaniyê mala Nûrê bû. Çavên min li bejna wê digeriya. Êvarekê min ew dît. Min got, ‘Ez dev ji te bernadim Nûrê. Tu dibêjî çî?’

Wê jî got:

‘Tu zanî!’

Wê şevê me bîryara xwe ya revê da. Ber destê sibê buxçika xwe tije kir û hat sikakê. Min ew li pişta hespa xwe kir û berî da çiyê. Ji  derketina gund hespa min pêhnek da.

Min got,

‘Ev yek.’

Em gîhaştin xirbê tîmarê hespa min pehnek din da.

Mingot,

 ‘Ev dudo.’

Em gîhaştin nêzî gundê Kuruma hespa min pêhna sîsiya da. Min hesp sekinand. Ez ji hespê daketim. Min Nûrê jî daxist. Min demançeya xwe ya çarde derb ji ber xwe derxist û min jarjorek di hespê de vala kir. Nûrê behîtî. Paş re bû carwara wê. Got,

‘Te çi xwest ji vê heywana ker û lal? Te hespa reben kuşt. Te em vê şevê li van rasta peya hiştin. De îcar em ê çi bikin.’

Min lê niherî. Xwe pirr bêcir kir. Min peyv zêde nekir. Bi dengekî hêl min got:

‘Ev yek!’

Ev şêst sal in hîn peyva min nebûye dudo. Hîn ew yek e!”

Bi ken min xatir xwest û min got:

“Hûn her şad û bextewar bin Kalê min!”