Ronî War: Dosyaya te “Panovaroş” di sala 2010 de di pêşbirka çîrokan ya Orhan Kemal de xelat wergirtibû. Wek Weşanên Ava me ew dosye kir pirtûk û weşand. Pirtûka te ya ewil bû, navê wê bi min balkêş hatibû. Tuyê bixwazî di derheqê vê pirtûka xwe ya ewil de ji me re çi bibêjî?  

       Aysun Kara: “Panovaroş” wek nuxuriya min be, cihê wê cûda ye. Piştî ku xelat wergirtibû we weşandibû. “Panovaroş” bêjeyeke ku min çêkiriye. Min herdu bêjeyên “Pano” û “varoş” kirin yek. Niha gava ku vedigerim û lê dinerim, dibînim ku jiyana bajêr ya ku min jê heznekiriye min barê wê li panoyên reklamê barkiriye. Min bajar tevlî hemû rengînî û şahşaha wî jî wek varoşekî dîtiye. Li hêlekê mesref û xerckirineke bêserûber, teknolojî, kulmek mirovên ku dikarin bibin xwediyê hemû tiştî, li hêla din mirovên di nava xizaniyê de ku nikarin bigihêjin hewcedariyên xwe yên pê li jiyanê bimînin. Deh sal berî niha min xwestiye vê neheqiyê rê bidim. Jixwe îro rewş xerabtir e.

       Ronî War: Koçberî mijareke ku min jî gelekî di bin bandora xwe de dihêle. Wexta peyva koçberî tê gotin; ji cih û warê xwe derxistin, ji rabirdûya xwe, ji reh û koka xwe, ji bîranînên xwe, ji hezkiriyên xwe, ji elimandinên xwe veqetandin û jiyana kesên ku timî bi hêviya rojekê ew ê vegerin, tê hişê min. Te jî di vê mijarê de nivîsiye, dixwazim fikra te ya di vê derbarê bistînim.

       Aysun Kara: Koçberî yek ji wan mijarên girîng e ku bandor li nivîsandima min kiriye. Ewqas lê fikirîme ku di her pirtûka xwe de min xwestiye çîrokek min jê hebe. Wisa jî bû. Di serî de têkiliya min bi mijara koçberkirinê re wek mezinbûna min ya bi guhdarkirina çîrokên mubadeleyê re bû. Êdî niha cûda ye. Rewşa dinyayê ya îroyîn dilê mirov diêşîne. Li hemû deryayên cîhanê keştî û kelekên heta ber dev tije kesên ji welatê xwe reviyane tîne pêş çavên min. Jin, zarok û zilamên di nava erdên bêser û ber de dimeşin. Dû re kesên ji bona ji têlên bi dirîk derbas bin mirina xwe didin çav, li aliyê wan têlan yê din ciwanên bi çekên giran disekine. Êdî bi peyva koçberiyê re ev dîmenan tên ber çavên min. Nivîsandina vana hemûyan jî dijwariya xwe heye. Ev dirama ewqas giran bûye ku destê min direilîne dema dixwazim di vê mijarê de binivîsim.

       Ronî War: Dema dinivîsim wek rabirdû hergav bi min re be. Rabirdû ji bona te tê çi wateyê, bandora rabirdûyê li ser nivîsandina çîrokên te çi ye?

       Aysun Kara: Wek hawê zihnê me ji niha bêtir li nava rabirdûyê digere. Ya rast psîkolog dibêjin; ev ne tiştekî qenc e lê bi taybetî dema mirov rûdinê û dixwaze binivîse rabirdû tê li himber mirov rûdinê. Ji aliyekî ve jî ji ber ku zihnê me bi tiştên ji rabirdûyê bi xwe re aniye dirûv girtiye, di dema nivîsandinê de rizgariya ji rabirdûye ne hêsan e.

       Ronî War: Ez wejeya devkî wek dewlemendiyeke mezin, wek çavkaniyeke ku divê em jê sûdê werbigirin dibînim. Têkiliya navbera kurteçîrokê û mîtolojiyê, merselokan, bi giştî têkiliya wê û wêjeya devkî çi ye? Tu nabêjî çi?

       Aysun Kara: Tu mafdar î, ez jî wêjeya devkî giranbuha dibînim. Mîtolojî, merselok, efsane sindoqa xezîneya me ne. Xezîneya ku ji sedsalan ji me re maye. Ne mumkun e ku mirov jê feydê nebîne û ji nedîtî ve were. Bi awayekî divê gelenek bigihêje siberojê jî. Ji ber vê heta ji min tê nêzîkî wêjeya devkî disekinim. Pencsed sal berê mirov çi bûn niha jî ew e. Taybetiyên bingehîn zêde nayên guhertin. Ji ber vê wêjeya gel, mîtolojî, serpêhatî û meselok girîng in.

       Ronî War: Çîrok ji bona te tê çi wateyê, xebatek te ya nuh di destên te de heye, tişta tu nuh binivîse yan jî dinivîsî ew ê çîrok be?

       Aysun Kara: Çîrok ji bona min bi qîmet e. Ji nivîsandina çîrokan hez dikim. Afirîneriya dinayeyekê bi hêmayekê, bi dengekî, bi tevgerekê ye. Bêyî gotina tiştekî, pêhesandin e. Ceribandinên nûh yê teknîkî ye. Çîrok warekî bê serî û bê binî ye. Wisa difikirim ku ez ê ji nivîsandina çîrokê negerim, lê carinan hinek mijarên ku di çîrokê de hilnayên tê ber deriyê min. Wê çaxê tu mecbûrî metnekî dirêj biafirînî. Vî çendî li ser romanekê dixebitim. Tecrûbeya nivîsandina romanê ye. Bi zehmetiyên qet di hesêb de tunebûn re têm rûbirû û her roj tiştekî nuh hîn dibim.