Dilşewatiya Sedsalîn / Feratê Dengizî

-Hebikî ferisî dilê min-

Bi evîndariya berê
Ku dora zerfên nameyan
neqişandî
geh bi kulîlik geh sorûspî “par avion”
Ji te hezdikim

Dilê min bi gulpegulpa
bersivê
Her roj li ber namexaneyê
an jî beqalê ku
“eliyle-bidestên wî” nivîsandî
Diperpite qesefa sîngê

-min hesabê bêşerefan nekiribû-

Hê..!
Keçika xweşik î genimguwênî
por weke reşqemeriya şevê ya devliken
ji te hezdikim wî
Bi Xwedê
Bi Qur’ana Mala Şêx

-wek filehê ku agir bi mala wî keve-

Bila dilê min
bi dilê xwe avê vexwe / evînê vexwe
valahî mirov ditirsîne
Û
Weke zarokekî
Li ber derî me
mîna girtiyê sîh salî yî hêvîdar
jiyanhez
dilgeş
De were ha
ji te hezdikim
Welatê bêserûber î tevçiya
Di sîngê de tûpişk û
Dilmejî tev azadî

-çima sibehan li girî me-

Keçika rengesmerî
Ji te hezdikim
ji du gulîkên tenî
tev kul û elem î
bi birîn-nekewandî
rapêçayî
du çavên reş î Tîjle w Feratî
birûkevan / kevana zêrîn
lêvtenik î newqzirav î bi keder î
çavmelûl / dilmelûl

-ma koka me diqelihe,
tê qelandin koka mirovhezî-

De bila biqede ev hesret
De were
De were
azadiya tavheyvîn î diltenik
dilhênik
Weke hêka li ber tavê dibirijim
Hêvîxurt im
Li ber derî…

                        Delavê Dengiza / 24.07.2023