Rêçika Ruhê Te
Hêvî ye carna nêrîna te ya ji kûraniyê
Kûr û firetir
Ji hezkirina pir û pirtir
Di derûniya min da bi hezara bahoz û axîn
Dema tu bi bîra min dikevî
Keviyê asîmana dibin mij
Dikele erd diteqe kevir
Jîyan dibe kerba mezin
Li ser jana ji dest nezaniyê
Hêvîli rûyê erdê tê hûnan
Hezkirina dilê te dibe hêvîya
Bê paşî û bê pêşî
Paşê hildibrin ewr
Li rûyê erdê namîne çirravê avê
Paşê dinya li serê min hate hev yarê
Min îngil îngil kişand
Pir tişt bû derew
Kê go hebû
Kê go tunebû