Li ser cênîka berbangê
De dagire riho
Kûraniyên şevê kulm bi kulm
Hey jiyan de şiyar be
Hêvî rastî ezel û ebed ez im
Bê şik û şif e
Ji sêrî heta axê binê niga
Bê dek û dolab
Îro ez şîrê miha ker im
Dageriya roj
Dîsa birîn azirî çi heyf
Nebû çare tu tişt
Ê xudan ûcdan rind zanin
Li ser riya amûtam
Ji berê û paşê da
Nefiriya çûkekî asîmana
Paşê bû tofan
Wika ku kevir nebariyan
Bû pûk bû bahoz baran
Di me da nema dezî ziha li çol û baniya
Her tişt û her der
Şilî şepelî
Paşê bû baran
Çend roj û şeva bê fikakî
Dîsa hêvî di devê şêr da gurujiya
Û çilkiya axê û çem çol û derya
Paşê her tişt li kanî xwe
Lorand bê sekin û dil şewat
Roja dilê rastiyê
Periyê xwe kirin axê
Bi kerb
Kela dil rabû
Xenak tijî girî û hêsir
Betarê îxanetê
Berbangekê bel û boz
Yanê kor hutum
Text û tac qulupî
Her tişt û her der zir û zever
De bipirs bira ji
Bihara dikil bi xêr
Xeyalên zêrîn
Li rûy rih
Li ser cênîka berbangê
Bûn jiyana bêhempa
Ji qîr û siya da
Hettanî hetta