QOLINCÊN ZAYÎNÊ

Odaya wan ji kerpîça bû. Zeqf ji beşta, li ser beşta jî bi axê seyînandibûn. Lê temamê zeqfa xanî dilop dikir. Berfê, ji bo ku av li odê belav nebe leganek li rastî dilopan danîbû. Soba ji sergînan têrî germahîya odê nedikir. Bi tirs, bi kelecan bûn. Ji ber ku berî bi du şevan li pişta gund şerek qewîmî bû. Deşt û çîya bûbû leşker. Ji lêdana Nizmo ditirsîyan. Ji bêbextîyên Nizmo pirr kişandibûn.

Malbatek ji sê kesan. Alan, Berfê û keça wan Gûlê. Alan li kêleka şibakê li barandina baranê temaşe dikir. Dengê baranê melodiyek bû di guhên wî de. Berfê bi dadana sobê mijûl bû. Di wê seqemê de germahiya sobê enceq ewqes xweş be. Gula sê salî, di nav lîvînan de bû. Şitlek ji biharê, ji bo dê û bavê xwe. Armanca jiyana Berfê û Alan, hebûn û tunebûna wan Gulê bû.

Di girgira tavan, di şewqa bûrûskan de; awirên her sêka jî tije tirs bû.

Şev sar, şev tije tirs, lê ji bo pêşerojê hêviya wan germ bû, heger Nizmo tunebûya. Nizmo di jiyana wan de kelemek herî mezin, kormarek bû. Berî zewaca wan dilê xwe xistibû Berfê. Lê Berfê bi evîna Alan têr û tije bû. Çav têr dil têr. Pîştî daweta wan êdî ji Nizmo re wata jiyanê ma xerabiya Alan û Berfê. Tew gava ku Gulê ji dayik bû edî xew lê nema.

“Ger jiyan li min kabûs be divê ji te re jî kabûs be Berfê!”

Sibeha bûyerê Nîzmo berî da qereqole. Gîliyê Alan kir, bi bêbextî. Tiştê zanîbû û nizanîbû, barek giran xist hustê Alan. Û jiyan ji wan re kir tofan. Û tofanê wê şevê destpêkir.

Dem li hinda wan nediherîkî. Baran sekînî. Bahoz sekînî. Şev zîz bû. Lê li asîman ewrên giran hebûn. Te digot qey hîn wê tofaniya giran bê. Alan di şibakê de li asîmanê reş û tarî niherî û di berxwe de got:

“Xwedê tê vê şevê hîn çend tavan bi ser me de bîşînî?”

Dema rişka sibê xuyanî bû tofanê dîsa destpêkir. Dilopê baranê yê ku li erdê diket di dil de xof û lerizandinek bû. Gulê bangî Alan kir:

“Yabo?”

Berfê bi lez çû ser livîna û ew himêz kir.

“Ez qurban.”

“Ez qurbana te. Berxika min.”

Alan li çavên keça xwe niherî. Avirên wê tije tirs bû. Neçarî ev e. Ku mirov nikaribe armanca jiyana xwe biparêze. Bê derfet dest û ling girêdayî be! Bi êş û jana dil got:

“Em di zivistanê de ne keça min. Zivistan, qensî zor û zahmetîya wê, ewqes xweşî û bereket e. Gava ku dilop dilop di çavîkên erdê de ax avê vedixwe, jiyan şiyar dibe. Tov hîşyar dibe. Bihar xwe amede dike. Lê ji bo ku bihar bi ser rûyê erdê keve, qensî li ser erdê ewqes jî li bin erdê tofan radibe. Qolincê zayînê ne ev qeçika min.”

Û dengê şopa potîna hat û di demeke nêz de deriyê wan bi xezeb hat lêxistin. Teqînî li taxê tevdî belav bû. Tevda lihêv kişandin serê xwe. Hew Alan çeng bû ser piya. Berfê qudûm neda ber xwe. Gulê serê xwe ji bin lihêfê derxist. Bi avirên tirs li derî û li bavo neherî.

Lêxistina derî nesekinî. Gulê da girî. Alan li Gulê niherî û derî vekir. Kesên ser pêçayî xwe li Alan xistin û dadan hundir. Alan bi dev û rû çû erdê. Yek ji wan nigekî xwe danî ser pişta Alan û ferman da:

-Li hundir bigerin. Qul bi qul.

Berfê bi destê Gulê girt, çû li qorzîka odê rûnîşt. Li her aîliyê odê belav bûn. Alêvên ku hene li nav hev xistin.

Dem herîkî. Şev xelas bû. Û Fermandarê wan li Berfê niherî û got:

“Bêqanûniyek wî heye. Li qereqolê em ê îfada wî bigrin û berdin.”

“Hinek kinc li xwe kirina..”

“Hewcetiya kincan tune ye.”

“Seqeme birayê min!”

 “Min ji te re got, hewceyetî tune ye.”

Alan li hundir kelepçe kirin. Bi terpilandî derxistin derve. Gava Alan ji derî derxistin Gulê kire qêrîn. Berfê serê wê bi herdû destên xwe nuxumand. Gîriyê Gulê gava ku roj derket sekînî.

Nekêm şêşt û pênç roj.

Bê agahî, bê dîtin, wîndayî ma.

Dem derbas bû.

Roj bi kul, bi derd, zikek têr duwazde birçî qedandin. Hew dostekî wan hebû, Şoreş! Bêguman dostekî hêja bû. Herdem Berfê digot, “Heger ne ji piştgiriya te bûna min û qîza xwe meyê çi bikira.”

Rengê jiyana wan bi şabûna Şoreş bû.

Û tav xericîn, tov rûyê erdê qelaştin bi çûrûskên rojê re şîn hatin.

Û bihar hat.

Şoreş li ser girê li pêşiya gund ku jê re digotin, “Girê Telemingê” rûniştibu. Destên wî di bin çenge wî de pala xwe dabû zinar. Di wan deman de çiqes xewn û xeyal diherin û tên. Hinek xweş û hinek tije êş.

Rêya ku ji bajêr dihat jê ve xuyanî bû. Dem ber avarî. Edî roj li avabûnê bû. Mînibûsa gund xuyanî bû. Bêhemdî awirên wî çû ser mînibûsê. Li ber mekteba gund sekînî. Yek jê daket, tenîkî dirêj. Meş û bejn û bala Alan bû. Bi kelecan çeng bû ser xwe. Ji kaş berjêr bû, bi bazdan. Li ber dîwarê mektebê gihaşt hinda wî. Paşê Alan lê bû. Bi kelecan bang kir:

 “Alan?”

Alan li pişt xwe vegeriya. Çav li çavan, dil li dilan bû. Hevaltiya wisa bi peyvan nayê vegotin. Bi hesreta rojan hev himbêz kirin.

“Tu li ku bû birayê min?”

“Li jêpirsîna tûxayê.”

Nekurkirî, sîpî jê diweşîyan, weke qerqûdekî bû.

Şoreş ket piyê wî û meşiyan ber bi Berfê û Gulê ve.

Nizmo, weke gelek caran li qorzîka mala wan li ser kevir rûniştîbû. Gava ku çav li Şoreş ket çeng bû ser piyan. Bi awirên tije tirs li Şoreş niherî. Awirên wî çû ser yê ku di piyê wî de bû. Çavên xwe firkan. Dîsa niherî, erê ew bû.

“Alan!”

Tuka wî di qiraka wî de zuha bû. Bi dengekî mirîtî got:

“Welleh hat.”

Gava gihaştin hinda wî Şoreş û Alan li hundurê çavên wî niherîn. Rişka çaven wî ji tirsa, di qula çavên wî de winda bûbû. Bê silav di ser wî re derbas bûn.

Gulê li ber deriyê hewşê bi tena xwe,  cihoka avê ya ku ku ji mala wan diherîkî, bi darikekî ji avê re rê vedikir. Şoreş bi kenekî dostayî bang kir:

“Merhaba Gula min.”

Serê xwe bilind kir. Li wan niherî.

“Te ev zilam nas kir?”

Qederê çend salîsa bêdeng ma. Paş re kir qêrîn!

“Bavê min!”

“Bavooooo!”

Her sêka bi hev re da girî. Berfê li ber deriyê hewşê li wan dineherî û bi desmalê hesirên xwe paqij dikir. Bi bêdengî bi keder fûrandî di ber xwe de digot:

“Tu bi xêr hat!”

“Tu bi xêr hat Alan!”