Qijûjik

Qijûjik û du pel û nîv,
Darek di wextê xwe yê pîroz,
Bi pênc derban birîndar,
Dê hûn hesab b’kin,
Darên din li çend xezeban yar?
Qijûjik,
Zîq bûye li min dinêre,
Pê re jî bîranînên min diwêne.
Min got jîyan,
Gote qijûjik,
Min got zeman,
Gote qijûjik,
Min got ziman,
Gote qijûjik,
Rûniştim li ber gorê,
Bûm mêvanê bavê,
Bi bîranînên seyr ê li çêrê.
Danişîm li qeraxê bîrebavî,
Çend hêstir barîn,
Ji çavê asîmanê min,
Na ne weke tavî,
Lê wek barana xunavî.

Qijûjik û dara ji çar,
Derban birîndar,
Himbêz kirin min,
Wekî hevalekî baldar,
Niha jî,
Şipya bûm mêvan,
Gote rûnê,
Wekî bûdîstekî hes û,
Pistên xwe min çikand wê derê,
Û li ba bûn,
Bîr bi bîr bîranîn li wê bîrderê,
Na min nexwend tu fethe û dua,
Lewre bîra min,
Çikandibû wê derê,
Hêjatir bû ji bangên,
Mizgeft û dêrê,
Ji ber ku,
Zaroktîyê dilorand ew,
Rê bi rê û rû bi rû,
Ji dilek bi agir ê bê dû.