Ronî War- Ji bona şopînerên me yên ku we nasnakin dixwazim hûn ewil hinekî qala xwe bikin?

Koma AVESTA – Belê me ev kom di sala 2010 de ava kir û dest bi xebatên hunerê kir. Nuha em du endam in, du kes in; Umît Qoserî u Xalo Metin. Em herdu kes jî li Mêrdîn/Qoser ji dayîk bûne, li vir dijîn û karê xweyî muzîkê li vir didomînin.

Ronî War- Ka em ji navê koma we destpêbikin. Çima Avesta?

Koma Avesta- Çima Avesta? Avesta Kitêba Zerdêştê Kal e (Zend Avesta)ye

Baweriya Kurda yî herî kevn e. Me li ser vê felsefeya Avesta “Hum’ata, Hak’ata, Hve’sta”

“Bila fikar baş bê fikarandin! Gotin bela baş bê gotin! Kar bela baş bê kirin! Û her tim mirov li himber xerabiyê be, her wext ji bo başiyê, qenciyê berxwe bide. Ji bo wê yekê me got; Avesta.

Ronî War- Albumên we hene û heger hebin navên wan çi ne û hûnê karibin hinekî qala wan bikin?

Koma Avesta- Me gellek sîngil çêkirin di despêka avakirina komê de. Di dawiya sala 2019 de me albumek dîjîtal bi navê Narînê ko ji çar strana dihat holê  me derxist û weşand. Em nuha di amadekariya albumek nû de ne û bi rastî me gelek ked û zahmet pê re dit, ev album, di demek nêz de em ê bi guhdarvanan re parvebikin. Album ji 4 stran û helbestekê pêk tê. Ev album hebekî ji stranê me yên din cûda ye. Îro di muzika kurdi de sekinandinek heye, her yê ku radibe stranên berê dibêje, û tiştên nûjen kêm in, me di vê albuma nuh de straninî nûjen pejirandin. Me di vê albuma xwe ya nuh de gelek guhertin çêkir, wê ev tişt di hunera kurda de nerînek cûda bistîne, em wer hêvî dikin ko bêhnek nû ye.

Ronî War- Muzîk ji bo we tê çi wateyê?

Koma Avesta- Muzîk ji bo me gelek girîng e. Muzîk gerek hestên civakê bîne ziman, muzîk gerek neheqîyan, çewtî, nerastî, evîn, xweza çi hebe bibêje û ji kesî fedî neke û netirse.

Muzîk gerek azad be û her wiha muzîka ko em çê dikin em dixwazin dilşadiyê têxin dilê mirovan, li ser vî esasî em dimeşin. Heger ko stranê me yên xemdarî  hebe jî bi vê yekê em xema dilên mirova distînin. Em dibêjin gerek muzîka ko em çêkin aramiyê bide ruhê mirovan.

Ronî War- Li gorî we folklor û muzîka nûjen têkiliya wê çi ye û divê çawa be?

Koma Avesta- Em ne li dijî muzîka nûjen in lê gerek stran koka xwe wenda neke divê ew cewherê stranê wenda nebe. Mirov karibe awayekî nû reng bide stranan lê gerek hinek li ser bê lêkolîn û stran şaş neyên gotin. Di folklora kurdî de bi sedan hunermendên kurd yên navdar em navên wan bêjin hene, bi sedan stranên folklorîk anîne ziman, wan yek stran şaş negotine, û bi kedek mezin ragihandine, anîne vê rojê. Lê em îro bala xwe didin folklora kurdî rewşa wê hebek ji ber wan şaş gotinan û gelek modernîze û guhartinan xera dike folklorê.

Ko muzîkjenek bixwaze stranek folklorîk ya kevn bi tarzek nûjen bîne ziman ew gav gerek tiştna li wê hunerê zêde bike, yanî wê stranê karibe xweştir bike, eger ko nikaribe vêya bike bila destê nedê u xera neke.

Ronî War- Strana we ya herî zêde kêfa min jê re tê “Ay lêlê” ye. Mirov naêşîne û bi xwe re dibe li nav dinyaya xewn û xeyalan digerîne. Saeta we xweş. Kê ji we bîra vê stranê bir û tişta ku kir hûn vê stranê hilbijêrin çi ye?

Koma Avesta- Ev stran gelek kevn e û di dîlana kurdan de her wext tê gotin û me koma Avesta bi hev re biryar da, me go em ê bi vî rengî û bi vî awayî koka wê xera nekin bînîn pêşberî guhdarvanan û gelek hate ecibandin. Me Koma Avesta bi vî rengî gelek stranên folklorîk anîn ziman û aranje kirin. Di vir de hêviya me çi ye, wexta ko em straneke kevn bêjin, em li ser lêkolîn dikin, straneke ko zêde kes nizanibe hebe yan go hatibe jibîrkirin em dixwazin wêya derxin pêş guhdarvanan. Yanî stranek ko deh hunermendan gotibe ne hewce ye ko em ê yazdan bin. Di vî  warî de heger em stranek kevn dipejirînin em stranek ko nehatiye bihîstin çêdikin.

Ronî War- Hûn dikarin hinekî qala hêviyên xwe bikin. Li pêş we çi heye?

Koma Avesta- Jixwe mirov bi hêviyan li ser lingan e û li ber xwe didin. Em Koma Avesta me li paş xwe gelek tişt hişt û gelek zor zahmetî dit. Li pêş me, em nizanin çi heye lê em bi baweriya hêvîyên rojên gelek xweş in û tu car ji wê baweriyê venagerin, “mirov bi hêviyên xwe dijî”. Hêviya me yek jê ew e ( di warê muzîkê de ) guhdarvanên kurdî hebek lêkoliner bin, zanibin bê li çi guhdar dikin,  guhekî paqij hebe, wê hunerek paqij jî hebe, îro em bala xwe didinê hunermendinin gelek hêja hene, stranê wan gelek baş e, lê guhdarvanên wan û lênerîna videoyên wan gellek kêm e, û her wiha em dinerin hinek hunermend hene karê tewşo mewşo dikin lê şopîner û guhdarvanên wan pir in, ev tişt xuya dike ko guhdarvanên bîrbir gelek kêm e, em hêvî dikin ko ev xeletî rabe, him mirov him jî hunermend dev ji malhazirîyê berde.

Ronî War- Ji bilî muzîkê hûn karekî din dikin yan na?

Koma Avesta- Erê em herdu kes jî ji dervî muzîkê kar dikin û dixebitin, ji ber ku karê muzîkê em abori lê nanerin, ji ber vê yekê debara malbat û jiyana xwe bi vî awayî didomînin. Lê em hêvî dikin ko em tenê karê xwe yê muzîkê bikin, ji bo vî tiştî jî gereke mirov ji aliyê aboriyê ve xema wî tunebe.

Ronî War- Tişta herî zêde hûn jê acizin û tişta ku hûn herî zêde jê hezdikin çi ye?

Koma Avesta- Dema stranek şaş tê gotin em gelekî aciz dibin û dema em stranan dibêjin hinek guhdar nake û dipeyivin em aciz dibin. Wekî din, hûn jî pê zanin,  ev hunera pîroz bi saya dengbêjan giha me. Ji ber qedexeyan gelek stran îro wenda ne. Em Koma Avesta li ser van stranên winda lêkolînê dikin. Bi mehan li ser rêyan bi dû van strana dikevin û lêkolîn dikin, û di pişt re jî em van stranan sererast dikin û bi gelê xwe re par dikin. Ev tişt gelek zehmetiyên wê hene. Îcar piştî ewqas zehmetiyan ev strana ko em par dikin, gelek muzîkjen wek teyrê berata li ser van strana kom dibin. Bê xatir, bê destûr û bê qiymet dibin bi aweyekî bê ciddiyet ji bo berjewendiyên xwe dixwînin.  Aha em ji vî tiştî jî gelekî aciz dibin.

Ronî War- Bi hêviya ku hûn bigihêjin hemû miradên xwe, mala we ava ji bo vê kurte sohbetê.

Koma Avesta- Koma me xizmetkarê çand û hunera kurdî ye, em gelek spas dikin ji ber ku we, deriyê xwe li me vekir û ev derfet da me. Her wisa silav û rêz ji bo xwendevanan û guhdarvanên Koma Avesta.