Dema em 15-16 salî bûn, em sê hevalê mehelê tim bi hev re bûn û me ji hev pir hezdikir. Ez bûm, Fexrî û Seydo bûn. Em her tim li serê sikaka dirûniştin. Me henek li hev dikirin, me dev ji mektebê berdabû; Hingî mamosteyan li me dixistin, ji tirsa wan em nediçûn mektebê û em betal li serê sikakan bûn, lê ji aliyê alîkariyê ve em wek çipçip bûn.

Rojekê em dîsa li serê sikakê bûn, min nerî dengê dawetekê hat. Fexrî ji cihê xwe pekiya û got, “Rabin em herin dawetê, belkî Sewda jî hatibê!”

Fexrî, bi heft dila dil ketibû cîrana xwe Sewda. Li dawetê go çav li Sewda dikir, ê di destê wî de hefteyekê ji ber milên xwe debar nedikir.

 Piştî çend rojan em dîsa li serê sikakê gihaştin hev, moralê Fexrî sifir bû. Seydo got, “Fexrî, te xêr e, tu îro bê kêf î?

Fexrî, “Îro çend rojin min Sewda nedîtiye? Wê rojê min îdare nekir ez çûm ba mala wan, birayê wê yê biçûk li ber derî bû, min jê re got, ‘Sewda xuya nakê li ku derê ye gelo?’  Wî got, ‘Bûye misilman û her tim diçê dergehê.’ Min got, ‘Ma ne misliman bû?’ Bi derbekê min serê xwe zîvirand, çi bibînim; du heb çarşefê wan reş tenê çavê wan xuya dikir dihatin. Tu nabê ew Sewda û diya xwe bûn ji dergehê dihatin, hema ez revî revî ji wir winda bûm.”

Seydo:

 -Fexrî tu jî here dergehê tuyê Sewda li wir têr bibînî.

Fexrî:

 -Na lo tenê jin diçin wir, zilam gunehin go têkevin wir.

Seydo:

-Em ê çarşefekê bi ser te dakin tu kes nizanê tu xortî û têkev hundir, tê Sewda têr bibînî.

Fexrî çav lê fireh bûn û mûyên laşê wî bûn wek sîxa, got:

-Ma ka em ê çarşefê ji ku derê bînin Seydo?

  Seydo:

 -Ew rehet e, çarşefik pîrika min ya kevin heye, ez ê sibê bînim, em jî têra xwe hene canim!

Fexrî:

-Ez qurbana hêlkê te bim Seydocan.

Fexrî mêjî û aqil nemabû ji eşqa Sewda, em ketin taqîbê bê kengî diçin dergehê, rojekê li dor mûxribkî çarşef di bin çengê Seydo de hat cem me. Me çarşef bi ser Fexrî dakir û me berê wî da dergehê.

Fexrî dikêvê hundir çi bibîne, ê di hundir de hemî bê çarşef in. Hedî hedî diçe koşeyekê rûdine. Destê xwe diavêje tizbiyeke nod û neh lib û dest bi selewata dike. Pîrekek jê re dibêje, “Xwiham çarşefa xwe derxe, xwe rehet bike.Fexrî bi dengekî pîrekî dibêje, “Na xwiham, ez wilo rehettir im.” Pîrekên din dibêjin, “Dev jê berde xwiham, qey îmana wê ji a me bi qewettir e nezerê nakê.”  Kêlîkê dimîne dinêre derî vebû du pîrekên din hatin, çarşefên xwe derxistin. Fexrî çi bibîne; Sewda û diya xwe nin. Fexrî dibe wek beranekî girêdayî, Sewda mewda nema tê bîra wî. Herkes bi rehetî derdê xwe ji hev re dibêjin û bi rehetî di nav xwe de laşê xwe pêş hev dikin. Yek dibêje, pizikik di çîmê min de hatîye ka lê biner, a din dibêje, çongê  min werimî ye. Fexrî jî bi ecêbmayî li wan dinerî. Bi derbekê re barînî bi Sewda dikeve, “Hewarê wa mişk!” de Fexrî ji şera natirse lê kezeba wî ji mişka diqete. Bû hewara wan û li bin guhê hev ketin, hema mişk xwe bi delingê çarşefa Fexrî digire û ew çarşefê ji ser xwe diavêje. Pîrek çav li Fexrî dikevin û  dîsa barînî bi wan dikeve, êrîşî Fexrî dikin û wî dipelixînin, te digo belkî Fexrî dahol bû, ma Sewda çiqasî ji dil lêxistibû.

Bavê Fexrî pê dihese, êvarê diçe malê bavê wî jî direpîniyê; ji hejîrê nermtir dikê. Bavê wî  dibejê,  “Serê sibê ez ê te bibim, li cem Xerîbê mitorcî tuyê dest bi kar bikî. Tu betal bî tuyê serê me têxê belena.”

Sibê Fexrî û bavê xwe berê xwe didin dikana Xerîbo.

Fexrî dest bi kar dike. Di nav yax û benzînê de bûye wek efrîqayiya. Hostêyiya hostê wî telomelo bû. Roja pêşî mitorek tamîr kiriye û ji bo ceribandinê derketiye tûrek pê avêtiye. Bi vegerê cilê wî hemî qetiyaye. Fexrî gotiye,  “Xêr e, hoste çi bi te hatiye?” Hoste gotiye, “Kuro, di sikakê de min da gazê, bêhemdî min frênê tekelê pêş girt û ez firiyam nav komek pîrekên li ber derî rûniştibûn. Bi şimikan ez kûştim, te digo belkî min ji qazîfka wilo kiriye.”

Xerîbo  ji bîst saliya xwe ve tamîrciyê mitora bû lê neelimîbû ajotina mitora, jixwe hostêyiya wî jî ne temam bû. Rojekê dîsa di hundirê dikanê de serê wan di ber wan de dixebitîn. Yek li devê dikanê li qornê dixe, hoste û Fexrî serê xwe radikin.  Yekî bi bedil li ser mitorê, xwe rep kiribû, te digo belkî reîsê cumhûr e. Fexrî bazdide derve û dibêje, “Kerem bike xalo?”

Xwediyê bedil dibêje, “Bang li hoste xweyî mezin bike.”

Hoste derdikeve derve, jê re dibêje, “Kerem bike abê.”

“Hoste mitorê min li ber dilê min gelekî şêrîn e, ji kerema xwe frênên wî xweşik nagirê, tu karê tamîr bikê qurbana çavan?”

Xerîbo, “Nîv saetê din tu karê bê rahêjê.”

Xerîb hoste, dest bi tamîra mitor dike. Piştî nîv saetê zilam tê mitor distîne û diçe. Deh deqîqe tê re naçe ambûlansek wek fîşekê di ber dikanê re derbas dibe. Xerîb hoste derdikeve derve dipirse bê xêr e. Dibêjin. “Yekî bi mitor xurt diçû dolmîş ketiye pêşya wî û frênê wî nehatiye girtin li bin guhê dolmîşê xistiye.” Li gor tarîfkirinê ê go kêlîka dî hatibû cem wan e. Xerîb hoste dibêje, “Fexrî law rab em dikanê bigrin, bi Xwedê me frênê ê kêlîka dî xweşik çênekiribû, heger nasê wî bên ew ê me bipelixînin!”

Piştî çend rojan ez, Seydo û Fexrî em gihan hev, min got, “Fexrî îşê te çawa yi?”

Fexrî got, “Ez nema diçim kar, her roj hostê min û miştirî pevdiçin.”

Seydo, “Ez jî nema diçim.”

Min got, “Çima Seydo?”

Seydo, “Bavê min ez deynam cem yekî hostê televîzyona, Xwedê ji hostê min razî bê hingî wesfê xwe dida lê hosteyîya wî ne temam bû. Hingî perçê televîzyonan xelet lê dixist û diteqiyan kezeb bi min ve nemabû. Wê rojê telewîzyonik bi silametî çêkir, bû sibe telewizyon dîsa hat. Hostê min got, “Xêr e, te çima anî?”

Zilam got,”Xalo, telewizyon dişixûle lê serê wan li jêr e lingê wan li jorê ye, ji doh ve serê me qûrimî, ji kerema xwe rast bike!”

Fexrî got, “Ka em ji îro û pê ve çi bikin?”

Min pakêta cixarê ji bêrîka xwe derxist, herkê me yek pêxist û bi keser û ûfffff min got,

“Fexrî, Seydo lao ê we dîsa baş e, ê min xerabtirbû”

Wan herdûka bi hev re got, “Çima?”

Min got, “Bavê min, ez deynam cem yekî berber, jê re digotin, Îboyê berber. Vî Îboyê berber nexweşê kevoka bû, hertim ez bi xwe re dibirim li ser xaniyê xelkê me dida pey kevokan, ê ji me re xeber didan ê li me dixist, ê dida pey me. Rojekê Îbo abê kevokek firand û nema vegeriya, ji min re got, “Bazde bê kevokê  xwe li ku danî û zûka bîne.” Ez bi ser xaniya ketim, kevokê xwe li hewşa mala xaltîka Siltanê danîbû. Xaltîka siltanê xeberok û wek pizota bû, xelkê mehelê xwe jê disitirand, min xwe avêt hewşê go ez kevokê zeft bikim. Dengê derî hat, ez revî revî ketim axur, axur tarî bû, tu nabê beran di axur de ye. Di wê tariyê de çar pênc poşeyên baş li min xistin. Ez wek çûk ji axur firiyam, xaltîka Siltanê çav li min kir, xeberê ji newqê bi jêrtir ez kamax kirim, ez hatim dikanê, kevok di bin çengê min de Îbo hoste bi qehr got, “Ew saetik tu li ku derê ma?” Min got, “Ez di şer de bûm” Îbo hoste,  “Şerê çi? “ Min got, “Şerê navnigê diya te!” Min kevok firand û min bazda, ew ro ev ro ez nema çûm.

Kêlîkek tê re çû yekî di mekteba me de karna wî di destê wî de hat cem me û got, “Mamoste go her bela bên, ew jî karneyên xwe bistînin.”

Me li hev nerî, em keniyan û me bazda mektebê.