Hevpeyvîn Mehmet Alparslan & Pelin Yılmaz

Di “awêneyê wê rojê” de nivîskar dibêje, ew ê wêneyekî çêbike. Derbên firçeyê di hemû berhema “Teqwîma  Mearif ya bi Saet” de bi berdewamî heye. Li gorî rewşê carê çav ji Cemal Sureya re diqirpîne. Dû re di romana yekemîn de Cemal Sureya derdikeve ser dikê. Ji bona romaneke di tehma helbestê de derbeyên firçê li pey hev digihêje rûpela spî. Evîn, bêaîdiyet û koçberî di ristan de hatiye hûnan.

 Di “Herdu aliyên Dîwêr” de tê vegotin ku gelek aliyên dîwêr hene. Dema ku di “Bêjeyên Bisêhr” de dibêje diherim, dibe şîrqîniya ezmên. Di gelek ciyan de jin dibin kevir û helbet “Her jin bi awayekî din dimire”.

Pelin YILMAZ nivîskara ku ji bona wêjehezan, tişta dixwaze bibêje bêyî kêmanî û bêyî zêdebûn lê hebe nivîsandiye. Me pê re hevpeyvînek kir.

M.A: Mirov çima dinivîse? Ya jî wisa bipirsim: tiştên ku bi we dide nivîsandin çi ne?

P.Y:  Bi zaroktî min pir ji xwendinê hez dikir, bi xwendinê re min dilê xwe dibijand nivîskaran. Hîna jî dema ku tiştekî gelekî xweş dixwînim ji xwe re dibêjim; xwezî min ev nivîsandibûya. Carinan ji çîrokek xweş, ji helbestekê, ji hevokekê, hesûdî bi min re çêdibe. Bawer im sebeba ewil ya ku ez bi ser nivîsandinê ve dahf dam, ev hesûdiya zaroktî û bê xisar e. Wekî din jiyana hergav wek xwe jiyîn min aciz dike, kesên ku dinivîsin xwediyê wê şansê ye ku ji bilî jiyana xwe bi rêya xeyalan gelek jiyanê din nas bike û biceribîne. Ev serborî belkî bihele ku em jiyanên din fêm bikin û hinekî din em bibin mirovnî qenctir. Sebeba duyem jî dikarim bibêjim; aciziya ji jiyana wek hev û hewla fêmkirina kesên din e.

M.A: Hûn di pirtûkên xwe de qala xwe dikin?

P.Y:  Jiyana min, bîranînên min carinan dikeve nava çîrok û nivîsên min, lê bi awayekî gelekî hatiye guhertin dikevin nava nivîsan loma êdî ew ne yên min in.

M.A: Wexta ku we berhema xwe ya ewil weşand, gihaşt destê we û we rahiştê, we çi hîs kiribû? Hûnê karibin qala destdana xwe ya ewil bikin?

P.Y:  Dema çîrokên min wek pirtûk bi hev re ket destê min hesteke gelekî taybet bû. Berî berhema min ya ewil çîrokên min di kovaran de diweşiyan. Her gava ku çîrokek min diweşiya heman hîsa diltepînî û kêfxweşî bi min re ava dibû. Fikra mirovên ku wan nas nakim ew ê çîroka min bixwîne, hêza xeyalên xwe bi herkesî re parvekirin, dahwetkirina mirovan ji bona qada xwe ya taybet, hesteke ecêb bû. Hem pir xweş e hem jî diltepîniyê bi mirov re ava dike. Tew ku çîrok bûbin pirtûk. Wexta min rahişt pirtûkê wek dest bidim mêweyên dareke ku min ked dabiyê. Erê, diltepîniyeke wisa xweş bû.

M.A: Nivîskarê ku herî zêde hûn di binê bandora berhemên xwe de hiştiye kî ye?

P.Y:  Gelek nivîskar in… ne hew nivîskar helbestvan jî bandorê li min dikin. Navê ewil ez ê bibêjim, Cemal Sureya ye. Min romana xwe ya ewil tevna wê li ser ristên Cemal Sureya ava kiribû. Jorge Luis Borges jî ji wan nivîkara ye ku her gav lê vedigerim, dixwînim û zêde jê hez dikim. Her berhemeke Sevgi Soysal bi awayekî din bandorê li min dike. Nayê bîra min bê min Tante Rosa çend caran xwendiye. Cihê Tanpinar li ser serê min e, her wisa Marquez jî wisa ye. Hasan Ali Toptaş çi binivîse dixwînim. Ez Oğuz Atay, Mine Söğüt, İtalo Calvino, Virginia Wolf, Franz Kafka, Haldun Taner jî lê zêde nekim nabe. Ji mamosteyên xwe yê hêja Yücel Balku, Kemal Selçuk, Hakan Akdoğan, Murat Gülsoy û Faruk Duman jî gelek tiştî elimîm, di nivîsankariya min de bandora wan jî mezin e. Bi vî awayî lîste dirêj dibe dihere…

M.A: Di sala 2010 de, di pêşbirka çîrokan ya Orhan Kemal de we xelat wergirtibû, di berhema we ya xelat girtî “Teqwîma  Mearif ya bi Saet” de em çîrokên mînîmal yê vegotineke helbestî serdest e dibînin. Hûnê karibin têkiliya navbera helbestê û çîroka minîmal ji me re bibêjin?

P.Y:  Di vê hêlê de hinekî rexne jî li min bûye lê li gorî min vegotina helbestî gelekî li çîrokê dike. Di çîroka minîmal de bi peyva hindik gelek tişt tê gotin, tîr e, her cara tê xwendin xwe nuh dike, di zihnê xwendevan de dewam dike, ji aliyê hêmayê ve dewlemend e. Ji vî aliya ve gelekî nêzîkî helbestê ye. Di heman demê de divê wek helbestê di çîroka minîmal de jî ritmeke xwe hebe. Ji çîroka vegotinê zêdetir xebatkariya ziman derdikeve pêş. Nola helbestê, nola qêrînê.

M.A: Dema hûn navê pirtûkên xwe hildibijêrin hûn bala xwe didin çi?

P.Y:  Wek hûn navekî li zarokê xwe bikin. Dixwazim bi wate be, di derheqê naveroka berhemê gişî de fikrekê bide. Dixwazim peyvek be ku ji bêjeyên di gotina wan û bihîstina wan de kêfxweş bibim.

M.A: Berî ku hûn dest bi nivîsandina pirtûkên xwe bikin hûn wek pêşenivîsar derdixin yan di dema nivîsandinê de hûn li dengê xwe yê hundurîn guhdar dikin û divinîsin?

P.Y:  Di kurteçîrokan de li dengê xwe yê hundurîn guhdar dikim û dinivîsim. Dema ku ez çîrokek dirêj, yan jî romanekê dinivîsim pêşenivîsar derdixim; carinan, pêşnivîs, şemayên karekteran heta nexşeyên xeyalî xêz dikim.

M.A: Em di jîyan nivîskarên wek Dostoyevski, Tolstoy, Nazım, Lorca yê ku di wêjeya cihanê de li herî pêş in, li şopê êşê rast tên. Li gorî we di berhemdariya van kesan de paya êşkişandina wan  heye, hebe çi ye?Êş di kîjan astê de bandorê li hunermend dike?

P.Y:  Bêşik di navbera êşkişandin û afirineriyê de têkiliyek heye lê belê her kesên ku êşê dikişînin jî nabin Dostoyevski, Tolstoy, Nazım û Lorca. Bawer im afineriya hunerî hinekî ew e ku hûn êşê çawa vediguherînin. Hestiyar bûn, ne hew li hember êşên xwe hestiyarî, ya girîng ew e ku li hember êşa kesên din jî hestiyarî hebe. Nivîskarên mezin bi êşên xwe ve girêdayî nemane, ji wira ve karîbûne li êşên civakê jî binerin loma mezin in û wisa mane.

M.A: Di roja îroyîn de hinek nivîskar li gorî mijarên ku xwendevan dixwaze û eleqeyê nîşan dide dinivîsin jî hene. Dema nivîsên xwe dinivîsin mijara xwe li gorî rojevê ango li gorî ku mijara gelekî tê firotin diyar dikin. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?

P.Y:  Nêzikatiyên wisa ji wêjeyê dûr in. Wêje bi xemên bazirganî nayê kirin. Wisa difikirim ku were kirin wê gavê navê wê nabe huner dibe esnafî. Belê gelek nivîskarên wisa hene lê belê roja îro pirtûkên wan zêde werin firotin jî ew ê ji siberojê re nemîne.

M.A: Berî ku hûn berhemên xwe binivîsîn hûn diherin cihekî ku kes lê tune û hûn xwe ji jiyana modern dûr dixin, yan hûn derbasî hinda maseya xwe ya xebatê dibin, rûdinên û  dinivîsin?

P.Y:  Qet lukseke min ya wisa çênebû. Xwezî hebûya! Ne maseya xebatê, gelek caran li rawestgehê dema li bende otobozê me, bi dolmîşê diçim dinivîsim û dû re wan ji nû ve derbas dikim.

M.A: Di avabûna berhemên we de bandora derdor û nasên we çi ye?

P.Y:  Tiştê li derdora min diqewimin, helwestên mirovên li derdora min, peyvên wan û hestên wan teqez bi awayekî derbasî nivîsên min bûne û ew ê bibin. Her wisa dost û hevalên min yê xwendevan û nivîskar hene, nivîsên xwe bi wan re parvedikim û qedir didim fikrên wan. Carinan çavên sisiyan gelekî bi kêr tê. Kêfa min jê re tê gava ku ez li ser mijarên ez ê binivîsim bi hevalên xwe re dipeyivim. Gelek caran belgeyeke ku hewcedariya min jê heye, çîrokeke ku ew ê bi kêrî min bê û pirtûkên ku rêya min ronî dikin pêşniyarî min dikin.

M.A: Çi pêşniyarên we ji bo ciwanên ku dixwazin binivîsin hene?

P.Y:  Bêyî xwendin nayê nivîsandin, divê gelekî bixwînin, berhemên giranbuha, bi awayekî ku xwe berdin hundurê wan divê bixwînin. Ji bona ziman qenc bi kar bînin divê kedê bidin, bi baldarî û bi sebir bixebitin. Ji aliyekî ve divê di ferqa jiyanê de bin; çavdêriyê li mirovan, li bûyeran bikin û bêyî pêşdaraziyê emcamê jê derxin.

M.A: Ji bona vê hevpeyvîna hêja sipas ji bona we.

P.Y:  Ez jî spas dikim.

Wergera ji tirkî : Ava Nivîsgeh