Çetîn Duran: Gelo em dikarin hinekî te ji nêz ve nas bikin? Nûredîn Goyî kî ye?

Nûredîn Goyî: Gelek spas birayê Çetîn. Ez sala 1955 de li navçeya Qilabanê (Gelîyê Goya/Uludere) hatime dinyayê. Di malbateke qerebaliq de mezin bûm. Bavê min ji xwandinê pir hez dikir, dixwest em zarokên wî tev bixwînin. Ew giş li başûr li bajarê Mûsilê dixebitîn. Serkarî dikir. Li gora debariyê gundê me, debara me gişt baş bû. Dema min dibistana seratiyê û ya navîn qedand, ya amadekariyê li Qilabanê tune bû. Ez çûm bajarê Wanê, ba Xalê xwe. Gişt bi alîkarîya wî min ya amadekariyê qedand û ez çûm Stenbolê. Pişt re min Enstîtûya Perwerdeyî ya Amedê qezenç kir û sala 1980 de min ew jî qedand. Di banqeyeke teybet de dixebitîm. Bi salan di sendîqeya karkerên banqe û sîgorteyan de temsîlkar bûm. Sala1999 de kardest bûm. Li bajarê Antalya dijîm.

Çetîn Duran: Gelo li gorî te di dinyayê de tişta herî xweş û nexweş çi ye?

Nûredîn Goyî: Di dinyayê de tişta herî xweş ewil sihet û tenduristiya mirov e. Ya din jî di welatekî azad de jiyan e. Tişta nexweş jî bê cih û war bûn e. Bi zimanê dayîkê nikaribe biştexile û binivîse.

Çetîn Duran: Ji bilî nivîskariyê alaqeya te li hember çi heye, Nûredîn Goyî ji çi hezdike? Tu bi tiştekî din ve mijûl dibî?

Nûredîn Goyî: Ji ajal û xwezayê pir hez dikim. Bi tekilbûna axê pir kêf dikim. Darên  fêkîyan, bêzûr/zebze çêkirinê pir hez dikim. Ji seyahetê jî hez dikim, mixabin tenduristiya min derfet nade.

Çetin Duran: Van rojana pirtûka te ya bi navê “Beybûn Xatûn” ji hêla Weşanên Ava ve hat çapkirin. Tuyê karibî hinekî ji me re qala serpêhatiya nivîsandina vê romanê bikî?

Nûredîn Goyî: Wek  hûn jî dizanin belaya herî zor û şewat ketiye hêla me Kurdan. Ew qenbax jî xwîndarî ye, eşîretî ye. Zaroktiya min di nava wî agirî de bihorî. Êş, xwîn, kuştin, tirs, min tevahî bi çavên xwe dît û ez bûm şahid. Hemû deman di dil û ramanên min de hebû ku li ser neyarîya eşîran romanekê binivîsim. Da ku neslên bên wê bizanin û ji wê qembaxa fikir û ramanan dûr bimînin. Min bi vê daxwazê xwest despêkim. Lêbelê pênûsa min xelet/şaş bû û ez bi alîkî din ve birim. Bi Beybûn Xatûnê dame naskirin.

Çetin Duran: Çîroka vê romanê û serpêhatiyên Beybûn Xatûnê ji rastiyê tên yan wek xeyalî hatine nivîsîn?

Nûredîn Goyî: Beybûn Xatun bi zêdayî xeyalî ye. Xeyalên min ez bi wê şapê de meşandim. Çîroka Deyfe xatûnê ji derveyî xiyalên min e. Wekî min behs kirîye, di romanê de çîroka Deyfe xatûn heye. Cemşît axa wek nimûne nişan dide. Hûn jî dizanin di tevahîya romanan de bandora xeyal û hestên nivîskara bi giranî heye. Ew jî li gora egîniya nivîskar tamê dide xwendina berhemê. Di Beybûn Xatûnê de jî bandora hest û ramanên min bi zêdahî heye.

Çetin Duran: Têkiliya te ya bi nivîsandinê re çawa destpêkir?

Nûredîn Goyî: Weke bi giştayî mirovên Kurd, min jî hêjî zimanê dayîkê perwerde nebûyî bi zimanekî biyanî nasîn bûm. Civaniya min di sendîqe û komelande bihorî. Ji ber wê yekê min gelek pirtûk dixwendin. Dema li Stenbolê ez di banqê de xebitîm, pirtûkên tirkî devoka min pêş de bir. Gelek caran yên silala wan tirk peymanek baş nedikarîn binivîsin. Min gelek cara ji wan re dinivîsî. Ez bi wê çiqa bextiyar bibûma jî, ewqas jî diqeherîm. Ji ber ku min nizanî bi zimanê xwe binivîsim û bixwînim. Heta ku ez kardest bûm. Min bûroyekî Milk û milket (Emlak) firotinê vekir. Gelek caran ez bi tenê dimam. Di pêşiyê de li ser helbestan xebitîm. Pişt re hin çîrokên gelerî li bîra min hatin. Min çendik nivîsî û ji hevalan re xwand. Pir bi kêfa wan diçû. Paşê hin mirovê hêremî yên taybet û jiyana wan hat bîra min. Mînak yên wekî ‘’Simalê Dîn,  Apê Rastbêj Osman, Jin mama min ‘’Helîma mihacirî – Barê Keserê ‘’ pişt re dom kir. Bi van hêdî hêdî hînî kurdî nivîsandinê bûm. Çiqa hêjî baş nenivîsim jî ji nivîsandina min fêm dikin.

Çetin Duran: Gelo tu tenê bi romanê re mijûl dibî yan wekî din jî tişt hene li ber destê te? Wek berhev, çîrok, helbest yan jî wekî din?

Nûredîn Goyî: Belê hene… Wek min gava din jî got, min helbest jî dinivîsîn û eleqeya min li hember çîrok û berhevan jî zede ye.

Çetin Duran: Nûredîn Goyî çi û kê dixwîne? Pirtûk û nivîskarên herî zêde bandor li te kirine kijan in?

Nûredîn Goyî: Di van salên dawîyê de Merhûm Mehmet Uzun, Remezan Bakur, Fecriye Benek, Yaqop Tilermenî, Hasan Alî Yûcel, Memê Alan.

Çetin Duran: Herî dawî em dixwazin vê bipirsin? Niha li ber destê te tu berhemên din yên li ber çapê hene yan na?

Nûredîn Goyî: Yên amade hene belê, Beybûn Xatûn hê nû derket, ji bo wê dibêjim bila demê şeş heft meh bibihorin paşê ez ê bişînim weşanxane yê. Bi serêk nabe. Romaneke min bi navê ‘’Jin û jîyan’’ ji çapkirinê re amade ye. Çîrok jî hene, nêzî dused helbestên min hene. Xebata min ya dawîn li ser lêkolîna  komkujîya Ermenîyan û têkiliya kurda heye. “Têkilîya Kurdan û komkujî”

Çetin Duran: Sipas ji bo vê hevpeyvînê.

Nûredîn Goyî: Ez ji bo vê hevpeyvînê û pirsên te spasîya xwe pêşkêş dikim. Dîsa ji boy xwe bidime naskirin ev derfetên te û Weşana AVAyê dayî min careke din spasîyên xwe dişînim.