Çima / Feratê Dengizî

Çima
Niza’m çima
Navê te Evînê tîne bîra min
Û gawirtiyê
Bera gawirtî çi ye
Anastasia!

Belkî evînê jî
zêde nasnakim
mîna gawirtiyê
dilhebîniyek zaroktî
ma evîn e!

Min gelek gawirên wek te
naskirin
her dost û hebîb
Ma dostanî çawa dibe gawirtî
Heyirî me!
Wek ku evîn jî qedexe!

Em dostê şorêşê ne
Ew neyarê wê
Mîna evînê

Dê mirina me bi tenê
bi me ecêb bê
Va hebûn wiha
Li ser vê xakê evîn tev
Platonik in
Dê kî bikeve seyrê

Warê rîhanê ye vira
Te têr bêhn kiriye
Gul û beybûn berborî
Indeko bedena te
Ji we hez dikim
Sewdalî me
Ji te hezdikim Anastasia

04.07.2023 / Delavê Dengiza