Mahfî jî Dixwim
Yek diçe ku heywan bistînî. Diçe nava gundê cînar ê erebîyê (ereban). Îcar pir birçî dibe. Ji xweyê malê re dibê:
-Gelo tiştekî tine? Bîne ez bixwim.
Dibê:
– Wila mahfî.
Dibê:
-Mahfî jî ez dixwim. Mahfî bîne. Mahfî* jî ez dixwim.
*Mahfî: Bi erebî bi wateya tune ye.
Herem: Sasûn