AVA NIVÎSGEH

DERIYEKÎ NUH

KUNYE

AVA NIVÎSGEH

Kunye, Peymana di navbera AVA NIVÎSGEH û kesên ku dikevin malperê, nivîsên xwe dişînin û şiroveyan dikin û pîvanên AVANIVÎGEHÊ yê weşanê:

AVANIVÎSGEH Malpereke kurdî ya xweser, wêjeyî, hunerî û çandî ye.

Bi tu siyasetan û tevgeran re netêkildar e. Ne nêzî tu kesî û rexistinê ye. Heçî kesên ku dixwazin nivîsên xwe bişînin, dikarin bişînin, piştî ku nivîs were xwendin ew ê biryara weşanê an neweşandinê ji aliyê edîtorya AVANIVÎSGEH ve were dayin.

Ava Nivîsgeh ne mecbûre bersivê bide her kesê nivîsê dişîne û hesab nade kesî bê çima nivîsa wan neweşand, dereng weşand, çima nivîsê ji malperê ranake û nivîsê ji malperê radike.

Her kesên ku nivîsa xwe dişîne bi her awayî ew ji nivîsa xwe berpirsiyar e.

Ava Nivîsgeh nivîsên zimandirêjî têde hebe û nivîsên şexsiyet, kes, bîrdozî, bawerî û jiyana mirovan biçûk bixe; heqaret tê hebe naweşîne.

Ava Nivîsgeh nivîsên tevliheviyê, şer û pevçûnan teşwîk dike, mudaxeleyî bawerî û jiyana mirovan ya taybet dike naweşîne.

Ava Nivîsgeh ferqê naxe navbera çand, bawerî, ziman û netewan, nivîsên li himber mafê mirovan yê xwezayî êrîş têde hebe, biçûxistin û zimandirêjî têde hebe naweşîne.

Ava Nivîsgeh şiroveyên sixêf (dijûn- xeber) têde hebe, şiroveyên heqaret û teşvîkî derxistina aloziyan têde hebe napejirîne û naweşîne.

Kesên ku dikevin malperê ji aliyê teknîkî ve zirarê bibînin wek Ava Nivîsgeh em ne xwediyê ti mesûliyetê ne.

Heçî kesên ku dikevin vê malperê, nivîsên xwe dişînin û şiroveyan dikin ev pîvan û huqûqa li jor qebûl dike û dikeve malperê.

Nêrînên Dudil

Raman ji bêdengiyê Dizê

Helbest

fikr û ramanên min

Ronî War

Ava Yayınları/ Ava Edebiyat

MEDLİNCO

Bilim,gerçeği bilmektir!

AVA NIVÎSGEH

DERIYEKÎ NUH

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın