Dema Min Tu Didît

Dema min tu didît
Ez weke rojê geş dibûm
Di meha Newrozê de
Dema min tu didît
Ez weke çemê Dîjle û Feratê
Dîn dibûm har dibûm serxweş dibûm

Dema min tu didît
Ez sermest dibûm
Dema min tu didît
Ev dil bi lez û bez lêdixist
Min digot ew ê bifire here
Dema min tu didît
Tenê guhê min dengê te dibihîst
Tenê çavên min çavên te didît

Dema ku tu çûyî
Û ji jiyana min derketî
Her roj
Her saet
Her deqîqe
Her saniye
Xwe li derdora min pêçaye tenêtiyeke giran
Jiyan li min kiriye girtîgeh