Çî Te Me / Roj Muhamed

Min emrê ciwan li ber lingê te raxistiye
Di nava kenê te de, gelo yara te me
An jî di bîranînên te de, eşqa te me
An jî di birînên pêçayî de êşa te me
Lê hê jî nizanim çî te me

Di rêyeke dûr û dirêj de
Di nav bexçê gul û sosinan de
Min ji te re dianî bêhna beybûnan
Di dilşadiya nergiz û binefşan de
Lê hê jî nizanim çî te me

Di şevê de di çirisandina hîv û stêrkan de
Bedewbûna rûyê xwe
Xelat dikirim awirên nedîtî de
Ku ronahiyê bide
Lê hê jî nizanim çî te me

Dildar û soza te me
Welat û axa te me
Evîn û ala te me
Derd û dermanê te me
Lê hêjî nizanim çî te me.