SÊ RENG

Te xwe li Rîsipiyakî girtiye û tu hatiyî hinda wî. Tu dixwazî berî ku ew tevlî xezîna xwe barbike û here ji vê dinyê, tu tiştinan jê bigrî. Tu bi vê nêtê hatiyî hinda wî. Serê peyva wî dawiya peyva wî ‘bavê xalê xwe’ ye. Tu ji Rîsipî dixwazî ku ji te re qala hin çîrokên ku tim di civatan de dihat gotin bike. Dû re tu li vê xwestina xwe xwestinek din zêde dikî. Tu ji Rîsipî wan çîrokên ku dawiya wan dianîn bi rewşê ve girê didan û pê dozê giran haldikirin, pê şiroveya rewşan dikirin, dixwazî.

Ew qala çîrokeke dirêj dike ku tu pir jê hez dikî. Lê tu li benda tiştekî din e. Tu dibêjî, “xalo wekî çîroka zilamê ku bi rê de dihere…”

Ew nahêle ku tu dawiya wê bînî û dibêje, “Zilamek bi rêyekê de dihere. Bi rê de li rêwiyekî rast tê. Dilê wî bi wî rêwiya dişewite. Çimkî havînê û di xwêdanê de maye. Zilam ji wî rêwiya re dibêje, ‘ka were tu ji dêvla min li hespê min siwar bibe ezê bîskekê bimeşim!’ Yê ku bi peyatî ketiye rê qebûl dike û li hespê mêrik siwar dibe. Piştî ku tên nêzîkî bajêr xwediyê hespê ji rêwî dixwaze ku ji hespê wî dakeve û bi rêya xwe de here lê, mêrik li hespê wî asê dibe û jê danakeve. Bi vî hawî digihîjin bajêr. Xwediyê hespê û ew rêwiya pevdiçinin. Wan digrin û dibin hinda heqnas. Piştî ku heqnas li wan guhdar dike dibêje, ‘xwe tazî bikin.’ Heqnas li laşê wan dinere. Dibêje, ‘binêr hesp ne yê te ye. Çimkî pûrta te û ya xwediyê hespê ne wek hev in. Yê ku tim li hespê siwar dibe pûrta wan xelek xelekî ye. Pûrta te ne wilo ye.’ Hespê mêrik didin wî û yê neheq jî ceza dikin.”

Tu dibêjî, “ya ku minê bigota ne ev bû!”

Ew dibêje, “qey ev e” û dewam dike, “Zilam û jina xwe di rê de ne diherin derekê. Bi rê de li yekî haviz rast tên. Zilam dixwaze yê haviz li kerê xwe siwar bike. Jinik li hember derdikeve û ji mêrê xwe dixwaze ku bi rêya xwe de herin. Lê mêrê wê bi ya xwe dike û bang li yê haviz dike û wî li kerê siwar dike. Kengî ku digihîjin deriyê bajêr yê haviz dike haho û dibêje, “vî zilama çav berdaye jina min û dixwaze jina min û kerê min ji min bistîne!” Her çiqasî jin û mêr dibêjin, “haviz derewan dike û bêbextî ye” jî kes ji wan bawer nake. Wan derdixin hizûra heqnas. Heqnas li wan guhdar dike. Wan herkê diavêjin hucreyekê û ji bo ku bi dizî li wan guhdar bike û wan bişopîne jî her hucreyekê yekî datîne ber. Yê ku çavdêr in dinêrin ku mêrê jinikê bi xwe re dixeyide û dibêje, “hela ji xwe re li vî serê min ê bê mejî binêr, hewqas jinikê got, ‘em bi rêya xwe de herin’ min li wê guhdar nekir. Biner bê çawa xêra min bi serê min de teqiya û bû emelê serê min!” Diçû û dihat. Jina wî jî digot, “hela ji xwe re lê biner bê vî zilamî çi anî serê me. Çiqasî min got na dev jê biqer, em bi rêya xwe de herin jî wî bi ya min nekir, binêr bê em di ku re derxistin!” Yê haviz jî xwe serpiştê vezelandibû û digot, “ji kerê ji perê yek ji min re ye!” Perê ango Perîxanê jina mêrik bû. Çavdêran hat ji heqnas re hal û mersele gotin. Heqnas ew ji wira derxistin. Yê Haviz ceza kir û jin û mêr jî berdan. Bi oxira xwe ve çûn.

Tu dibêjî, “ya ku minê bigota ne ev bû jî!”

Rîsipî dibêje, “Ka bibêj bê kîjana ye bavê xalê xwe!”

Îcar tu dibêjî, “Zilamek li hespê xwe siwar bûye û dihere derekê. Bi rê de li yekî rast tê. Dilê wî bi wî rêwiya dişewite û bang lê dikê û dibêje, “birako ka were tu bîskekê ji dêvla min li hespê siwar bibe ezê bimeşim!” Rêwiyê ku di xwêdanê de maye û betiliye, qebûl dike, tê li hespê mêrik siwar dibe. Piştî ku fersendê jê distîne lingê xwe li binê zikê hespê dixe û direvîne. Xwediyê hespê bang lê dike û dibêje, “Lolo lolo lolo. Kuro ka hela bisekin law. Bisekin. Ez ne li ber hespê dikevim. Ez dikarim bi hezaran hesp bikirim. Lê tu sêhrekê vedikî ku êdî wê kesê nema wêribe hespê xwe bide kesî!”

Deng ji telefona te tê. Yê ku telefon kiriye ji te dixwaze ku tu zû rabî herî derekê. Tu di dilê xwe de dibêjî, “me safî kir.” Nabe ku tu bibêjî, “ez ne vala me. Aniha karê min heye.” Wê te bikin qure, bikin xatirnenas û pozbilind. Tu hevza xwe dikî. Çerxa heyatê û adetên civakê nahêle ku plana te here serî! Tu xatir ji mazûbanê xwe dixwazî û tu dikevî rê…