Jîyan û xwandin:

                Sala 1955an li gundê Belesora jêrîn ser bi bajarê Xoyê hatîye cîhanê. Debistanên seretayî û kutayî li bajarên Xoy û Selmasê xwendîye. Li zanistgeha Peyamê Nûr li Ûrmîyê ziman û toreya Farsî qedandîye û sala 1993 karnameya karnasîya ziman û toreya Farsî ji wê zanistgehê vergirtîye. Salên 2002 li zanistgeha Zürich ê li fakûlteya Felsefê pișka rojhelatnasîyê dest bi xwandinê kirîye.

Kar û pîșeyên resmî:

Ji salên 1975-1981,  6 salan weke mamostayê debistana seretayî li gundên ser bi bajarê Xoyê xwandebêjî kirîye. Sala 1883-84 wek lêkolerê li ser jîyana koçerên Kurd li Sazumna Eșayirî ya Ûrmîyê da xebitîye. Salên 1984- 88 li radiyoyên Kurdî yên Tehran û Ûrmîyê da weke nivîskar û bêjerên du bernameyên ferhengî xebitîye. Di gel karê radiyoyê sala 1984an di gel mamosta Hêmin Mukrîyanî li bajarê Ûrmîyê di Intișarata Selahedîn Eyûbî da kovareke Kurdî bi navê Sirwe, ku bi herdu zaraveyên Kurmancî û Soranî dihate weșandinê damezrandine. Deh salan ta 1995an weke cîgirê rêdaktor û berpirsê pișka kurmancî ya kovara Sirwe di intișarata Selahedîn Eyûbî da xebitîye.

Sala 1995an bi neçarî ji Kurdistanê derketîye û li welatê Siwîsrayê bûye penaber.

Çend salan weke mamostayê ziman û toreya Kurdî li zanistgeha Mardîn Artuklu da dersên zimanê Kurdî ji bo xwandekarên lîsans û lîsansa bilind daye.

Berhemên wî yên ku hatine weșandinê:

  1. Mem û Zîna Ehmedê Xanî Ûrmîye Weșanên Selahedîn Eyûbî sala 1987
  2. Nûbara Biçûkan ya Ehmedê Xanî Weșanên Selahedîn Eyûbî sala 1987
  3. Rênivîsa Kurdî bi herdu șêweyan, Weșanên Selahedîn Eyûbî sala 1988
  4. Peyam, komelekurteçîrok, weșanên Bûyerên Rojhelat, Orient Realites, Isviçre 1997
  5. Ax Șilêrok, helbest, weșAnên Apec. Stockholm, Sweden, 1997
  6. Alole, komelekurteçîrok, weșanên Doz, Istenbol, 2002
  7. Zezarav, ferhengek thematîk li ser Avê, weșanên Doz, 2004
  8. Bilîcan, roman, weșanên Doz, Istenbol, 2005
  9. Mem û Zîna Xanî bi șirove û rave, weșanên Nûbihar, istenbol 2007
  10. Wergerra çarîneyên Omerê Xeyyam, weșanên Nûbihar Istenbol, 20015
  11. Çîrokehelbest, ji folklora Kurdî, weșanên Wardoz, Amed, 2019
  12. Biratîya Quling û Ruvî, berhevokek ji folklora Kurdî, weșanên Sîtav, 2019

Ji bilî van pirtûkana berhemên wî weke gotar, helbest û kurteçîrokan di gelek kovarên kurdî yên cur be cur da hatine weșandinê. Di gelek bajarên Kurdistan û yên Awropayê da semînar li ser ziman û toreya kurdî dane û di gelek konfiransan da beșdar bûye.

Rûberga Mem û Zînê ku cara yekem li sala 1987 an li rojhelatê hate weșandinê.

Alfabê/Elifbê ya KURDÎ  (Bi Helbest)

Yek ji şêweyên here serketî di fêrbûna  zimanî da,  fêrbûna bi helbest û lawûjeyan e. Ev şêweya bi taybetî ji bo zarrokan pirr giring e. Zarrok di gel fêrbûna peyvan nerasterast bi ahneg û kêş û serwaya  helbestan jî nasiyar dibin. Zarrok dikarin zû helbestan li ber bikin û tişta ku hate li berkirinê jî, zû ji bîra mirovî naçe.
Min ji bo vê mebestê çend helbest ji bo zarrokan amade kirine, ku yek ji wan fêrbûna alfabêya kurdî ye.
Li her zimanekî da bi currkî navan li tîpên alfabêyê dikin. Bo nimûne Ereb dibêjin: elif, ba, ta….Turk dibêjin: A, be, ce, de… Kurd jî dibêjin: A. Bê, Cê, Dê… Lê muxabin hindek kes alfabêya kurdî wekî ya turkan rabêj dikin, ku durust nine. Ya durust ew e, ku li jêrê tê. Hîvîdar im ku ev helbesta ji bo  fêrkirina zarrokan kêrhatî be.

Alfabê

Were fêr be gula dil!
Gula dilê tijî ‘kul!

Were fêrî kurdî be!
Dûrî hemû derdî be!

Fêr bibe  tu Alfabê!
Bi zimanê  bav û dê!

A, a

A, bêje tu wekî av
Ax û ala û  alav

B, b

Bê, wekî bira û bav
Bide bavê tu silav

Baş be di gel birayan
Bi tore be li bal wan

C, c

Cê wek cante û cilik
Canî , conge û cûcik

Cano* cante hilîne!
Coher*, qeleman bîne!

Cûcikekê bikşîne!
Perrê wê bineqşîne!

Ç, ç

Çê, çav û çeng* û çene
Endamên leşê te ne

D, d

Dê dest û didan û dev
Paqij bişo roj û şev!

Pê pirçe û didanşo
Dev û didanan bişo!

Dem û  dilê dayîkê!
Destî bide xayîkê!

Tev herrin debistanê!
Nas bikin Kurdistanê!

Hîm* bibin zimanê dê!
Bixwînin xoş alfabê!

E,e

E, bêje wekî Erez!
Min got û dibêjim ez

Ê, ê

Ê, wek  êzing û êvar
Êzdî Kurd in li Şengar

F, f

Fê wek,  fêrgeh û fêrkar
Kurdî fêr be tu her car!

G, g

Gê wek gul û gulfiroş
Ji gulê tê bêhna xoş

H, h

Hê wek Hêdî* û Hawar*
Heval, Hogir û Hevkar

Hirmî, hejîr û hinar
Di havînê têne bar

I,i

I, herwekî istiran
Yan istêra li esman

Î, î

Î, herwekî înîyê
Ew tê li pêş şemîyê

J, j

Jê wek jîn û jîyanê
Jîn xoş e gel vîyanê

K, k

Kê wek Kurd û Kurdistan
Kurd namîne li, jêrdestan

L, l

Lê herwekî  lêv û lam *
Li rû ew in du endam

M, m

Mê wek masî û mase
Mezinên xwe binase!

N, n

Nê herwekî Newroz e
Newroz bo me pîroz e

O, o

O herwekî ordekê
Wek orîna çêlekê

P, p

Pê herwekî pişk û par
Pembo, pîzav û pincar

Q, q

Qê  qelem û qelemdan
Dengê qaz û qulingan

R, r

Rê wek roj û rojhelat
Ronî hat, reşî helat

Rojabaş ronahîya çavan
Rastîyê bêje li, her gavan

S, s

Sê, wek sênî,  semawer
Wek sîng û sermil û ser

Ş, ş

Şê şeh û şimik û şal
Şev û şevçira û şemal

Şevbihurk û şevşahî
Şemalkan da ronahî

T, t

Tê wek tîrêja tavê
Tarî nema li navê

U, u

U wek uro* ez kurdim
Ji bo kurdînîyê dimrim

Û, û

Û wek tûr û dûr û nûr
Rûbar hene gelek kûr

Wekî Zê û Avaşîn
Dicle û Furatên rengîn

V, v

Vê wekî vik û vala
Velez nagihê hevala

W, w

Wê wekî welat û Wan
Ew  welatê me Kurdan

X, x

Xê herwekî xebat e
Xêr û xoşî û xelat e

Y, y

Yê yad û  yadigarî
Yekî, yekîtî û yarî

Yek bin yek û yek bigrin
Yêkatîyê ra şagird bin

Z

Zê wek Zerî û Zîn e
Zimanê me zengîn e

Hey gulên gulistanê
Şagirdên debistanê

Hûn hîn bûne alfabê
Bi xoş zimanê dadê

Vêca fêr bin rêziman
Silav li we şagirdan

AVANIVISGEH.WORDPRESS.COM