Her kes dimire rojekê
Hinek bi çend derban
Hinek bi derbekê
Newêrek difetisin
Wêrek bi șerekî
Her kes ji bo xwe diceribîne cûreyekê
Wêrek
Li pêșiyê dimeșin bi çargavan
Newêrek dimelisin li quncikekê

Her kes dimire rojekê
Hinek li ber xwe didin
Çendeyekê
Hinek bêhnekê
Her kes jî navekî dihêle li pey xwe
Hinek bi salan hinek dêmekê

Wêrek dibine çîrok
Newêrek jî virok
Ax mazûvanek comerd e
Wêrek û newêrek hemî li bal yek e
Star dike
Hinek gulek e, hinek dirikek e
Her kes dimire rojekê
Hinek li pey tîrêjên ronahiyê li piya
Hinek ker û lal li binê tarî bîrekê
Tirs hîsek e bê feyde ye
Tu û ew hûnê li hev biqelibin rojekê
Heger bișkînî pișta tirsê
Tê mirinê bikujî bi saxî bi yek derbekê